Pirs û bersiv li ser heqê temîna/sîgorteya trafîkê

Komeleya temîna trafîkê (Tra kförsäkringsföreningen TFF) organa hevkar ya şîrketên temîna trafîkê yên Swêdê ye. Em ji bo ziyanên trafîkê yên ku wasiteyên nenas, netemînkirî û biyanî dikin qaîdeyan datînin. Herweha em heqekî ji xwediyên wasiteyên netemînkirî distînin. Ew heq ji bo tezmînata mirovên ku ji ber wasiteyeka netemînkirî yan nenas birîndar bûne yan tiştekê wan hatiye xerab kirin tê serif kirin.

Heqê temîna trafîkê çi ye?

Ew heqek e ku mafê me TFFê li gor benda 34ê ya qanûna ziyanên trafîkê heye em ji wasiteyên ku temîna wan ya trafîkê tune ye bistînin.

Ev heq ji bo çi tê bi kar anîn?

Heqê temîna trafîkê ji bo tezmînata ziyanên trafîkê yên ku ji ber wasiteyên netemînkirî yan nenas çêdibin tê bi kar anîn.

Heq çawa tê hesibandin?

Ev heq bi ji sedî deh ji bilindtirîn prîma temîna trafîkê ya ku şîrketeka temînê di heman çaxê de di tarîfeyên xwe de ji bo wasiteyeka ji heman corê wasiteyan û bi heman awayê bikaranînê tedbîq dike bilindtir e. Ji 01-07-2007 û bi vir de, herî zêde nêzîkî ji sedî 32 bac di nav prîma heqteyînker de heye.

Faktorên wek marke, modela salê û herêma cografîk di hesibandina heqî de ne giring in. Her tim heqê ku tê standin herî kêm 200 kron e.

Divê temîna trafîkê ya kîjan wasiteyan hebe?

Erka temîna trafîkê di benda 2ê ya qanûna ziyanên trafîkê de tê bi qaîde kirin. Wasiteya ku bi motorê dişixule, di qeyda trafîka rêyê de qeydkirî be û ne sekinandî be divê xwedî temîna trafîkê be. Wasiteya ku bi motorê dişixule, neqeydkirî yan nenivandî jî be, divê xwedî temîna trafîkê be heger di trafîkê de bê bi kar anîn.

Ji kîjan rojê divê wasite temînkirî?

Divê wasite yekser ji roja ku tu wê dikirî yan bi awayekê din distînî temînkirî be.

Kî ji îmzekirina temîna trafîkê berpirsiyar e?

Divê xwediyê wasiteyê bike ku wasite berdewam temînkirî be.

Lê di halê kirrîna bikredît yan kirêkirinê de, yê ku wasite pê re wê temîn dike. Heger xwediyê wasiteyê nebalix be, weliyê wî wasiteyê temîn dike.

Xwediyê wasiteyê ji temînkirina wê berpirsiyar e tevî ku:

  • ew nayê ajotin
  • ew di halekê ew qas xerab de ye ku nikare bê bi kar anîn
  • bi qedexeya ajotinê ceazkirî ye
  • hatiye dizîn
  • ji bo rotinê teslîmî şîrketa otomobîlan hatiye kirin
  • kesekê din ji xeynî xwediyê wasiteyê xwediyê temîna trafîkê ya wasiteyê ye

Sekinandin

Wasite dikare bê sekinandin heger ew dê di demekê diyarkirî de neyê bi kar anîn yan hatibe dizîn. Gava wasite hatibe sekinandin, pêwîst nake êdî ew temînkirî be. Sekinandin ji roja ku daxwazeka mikemel digehe Encûmena veguhastinê hesab dibe.

Ji bo agahdariyên zêdetir, li belgeya qeydkirinê ya xwe binêre yan serdana malpera Encûmena veguhatinê bike: www.transportstyrelsen.se

Qeydîptalkirin

Divê qeyda wasiteyê bê îptal kirin heger ew hatibe xurde kirin yan îxracat/tesdîr kirin.

Divê daxwaza qeydîptalkirinê nivîskî teslîmî Encûmena veguhastinê bê kirin. Ji bo agahdariyên zêdetir, li belgeya qeydkirinê ya xwe binêre yan serdana malperê bike: www.transportstyrelsen.se. Qeydîptalkirin ji roja ku daxwazeka mikemel digehe Encûmena veguhastinê hesab dibe.

Agahiyên xwedîtiyê yên şaş di qeyda trafîka rêyê de

Heger agahdariyên li ser rewşên xwedîtiyê yên ku di qeyda trafîka rêyê de hene şaş bin, divê tu peywendiyê bi Encûmena veguhastinê bikî.

Prîma temînê ya nedayî

Mafê şîrketeka temînê heye ku temîneka trafîkê îptal bike heger prîm di wextê xwe de neyê dan. Şîrket heta roja ku îptalkirin dest pê dike ji temînê berpirsiyar e. Heta wê rojê mafê şîrketê heye ku heqê prîmê bistîne. Wek qaîde, şîrket şertê prîmê dewrî TFFê dike.

Gîrokirina dayîna prîmê

Heger prîm piştî roja ku tê de temîn xelas bûye ji bo şîrketa temînê bê dayîn, temîneka nû ji roja paştir ji wê roja ku tê de prîm hatiye dayîn dest pê dike. Dayîna prîmê ji bo demekê pêştir/bihurî nayê hesab kirin.